Xwepêşandanên gelên Îranê, li 585 navçe, 186 bajar û 31 parêzgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê belav bûne. Heta niha 45 zanîngeh beşdarî xwepêşandanan bûne. Li gel destwerdana bi tundî ya hêzên rejîma Îranê xwepêşandan di roja 17'emîn de dewam dikin.
Li gorî dîmenên li ser medya dîjîtal hatin weşandin, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hêzên rejîma Îranê û artêşa pasdaran, ji bo rêgirîkirina li ciwanan her cure tundiyê bi kar tînin; gulebarankirin, bikaranîna gaza rondikrêj û bi êşkenceyê binçavkirin. Tê gotin xwepêşanderên birîndar dibin, ji tirsa girtinê newêrin serî li nexweşxaneyan bidin.
Xwepêşandanên şermezarkirinê bi şev jî dewam kirin. Tê gotin, hêzên ewlekariyê yên rejîmê û hêzên pasdaran li gelek bajaran hatine derxistin û navendên cemaweriyê ahtine girtin.
Li gorî daneyên ku Rêxistina Mafên Mirovan (HRANA) parve kir, di 17 rojên çalakiyan de 9 jê kêmî 18 salî 505 xwepêşandêr hatin kuştin, 10 hezar û 721 kes hatin binçavkirin.
Tê gotin, ji kesên hatin binçavkirin 167 ji wan zarok, 48 jî xwendekarên zanîngehê ne.
Cenazeyên xwepêşandêran li Navenda Tipa Edlî ya Kehrîzê ya li Tehranê têne hiştin. Malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan serdana navendê dikin.
Tê texmînkirin ku hejmara kesên hatine qetilkirin hîn zêdetir e. Li gorî hin çavkaniyên mafên mirovan derdora 650 kes hatin kuştin, li gorî hinekan jî bi hezaran kes hatine kuştin.